Ji HDPê daxuyanî li ser heqareta li Demirtas û zarokên wî hat kirin: Dijmirovî ye, skandal e...

Ji HDPê daxuyanî li ser heqareta li Demirtas û zarokên wî hat kirin: Dijmirovî ye, skandal e...

PeyamaKurd - Parlamenterê AKPê Tamer Akkal îro danê sibehê bi parvekirineke ser Twîtterê heqaret li Selahattîn Demîrtaş û zarokên wî kir û piştî ku bertek zêde bûn jî ew twîta xwe jê bir û got: “Ne min nivîsandiye, şêwirmendê min nivîsandiye.” 

Piştî wê twîta ku Akkal jê bir parêzerên Demirtaş ragihandin ku ew ne kesekî hêja be jî ew dê dozê lê vekin.

Hevserokên HDPê Mithat Sancar û Pervîn Buldan jî bi daxuyaniyekê, heqaretên parlametarê AKPê şermezar kirin û gotin, “Heqareta ku li Demirtaş û malbata wî hatiye kirin, dijmirovî û skandalek e, nayê qebûlkirin.”

Hêjayî gotinê ye, parlamentarê AKPê piştî daxuyaniyên hevsera Selahattîn Demirtaş, Başak Demirtaş ku li ser twitterê ragihandibû, destûra hevdîtinê demek dirêj e bi hinceta pandemiyê bo zarokên wê bavê xwe li girtîgehê bibînin nayê dayîn, ew heqaretên nemirovî kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin