PeyamaKurd - Navenda Şêwrîya Îranê li Sûriyê, ragihand ku wan hişyarî daye Tirkiyê daku nêzîkî hêzên wan ên li Sûriyê nebe.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, hêzên Tirkiyê çend meh in li ber çavên hêzên Îranê ne li Îdilbê lê ji ber pabendbûna wan bi rêkeftinên Astaneyê re wan ti destêwerdan li wan nekiriye û ti êrîşek li ser hêzên Tirkiyê nehatine kirin.
Di berdewamê de tê diyarkirin, hêzên Îranî li Idilbê li kêleka artêşa Sûriyê şer dikirin û piştevanîya leşkerên artêşa wê dikirin ji bo rêgirtinê ji pêşketinên komên çekdar yên ku Tirkiyê piştevanîya wan dike bikin.
Herwiha navendê eşkere kiriye ku wan nameyek ji bo hêzên Tirkiyê şandîye da ku bizanin hêzên wan li derdora Idilbê li gel hêzên hikumetê dimînin; lê tevî vê yekê jî Tirkiyê û hêzên pêre êrîşî xalên hikumetê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin