PeyamaKurd - Îranê bersiv da gavên vê dawiyê yên Brîtanyayê ku Artêşa Pasdaran xistibû lîsteya gefên ewlehiya niştimanî.
Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku li ser biryara Encûmena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê, Servîsa Îstîxbarata Derve ya Brîtanyayê (MI6) wekî "grûpa dijmin" hatiye pênasekirin.
Di heman demê de Hêzên Deryayî yên Keyaniyê û Hêzên Hewayî yên Keyaniyê (RAF) wekî "rêxistina terorî" hatine ragihandin.
Tahranê sedema vê biryarê wekî beşdarbûna Brîtanyayê di şerê DYA û Îsraîlê ê dijî Îranê û xistina lîsteya reşa a Pasdaran nîşan da.