Ji Macaristanê biryara Pêsmerge!

Ji Macaristanê biryara Pêsmerge!

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Macaristanê ragihand ku daxwaz hatiye kirin ku dema mayîna leşkerên wan ên li Herêma Kurdistanê piştevaniya Hêzên Pêşmerge dikin, heta 31ê Kanûna 2025an were dirêjkirin.

Li gorî nûçeya medya Macaristanê, Wezîrê Berevaniyê Szalay-Bobrovniczky Kristóf, daxwaz ji hikûmeta welatê xwe kiriye, hêzên wan ên li Iraq û Herêma Kurdistanê ku erka têkoşîna dijî DAIŞê pêk tînin dikarin heta demeke dirêj vê erka xwe berdewam bikin.

Hate diyarkirin ku di çarçoveya planê de tê xwestin ku erka mayîna leşkerên Macarî heta 31ê Kanûna 2025an were zêdekirin û hejmarek leşkerên din jî werin zêdekirin.

Tê çaverêkirin Parlamentoya Macaristanê heta dawiya salê biryarê li ser vê pêşniyara Wezîrê Berevaniyê bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin