Ji Nêçîrvan Barzanî peyama serxweşiyê bo wefata Helkewt Ezîz

Ji Nêçîrvan Barzanî peyama serxweşiyê bo wefata Helkewt Ezîz

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo koça dawî ya rojnamevan û Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya li Bexdayê Helkewt Ezîz ku ji ber rûdaneke diltezîn a trafîkê can da peyameke sersaxiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de, sersaxî û hevxemiyeke kûr nîşanî malbat, kesûkar û hemû heval û hevkarên wî yên di qada medyayê de da.

‘Rojnamevanekî jêhatî û dilsoz bû’

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de bal kişand ser ked û xebata xwedêjêrazî û diyar kir ku Helkewt Ezîz peyamnêrekî pir jêhatî, dilsoz û çalak bû ku xizmeteke berçav û hêja pêşkêşî qada rojnamevaniya Kurdî kiriye.

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de got: "Ji Xwedayê mezin dixwazim ku giyanê wî bi rehm û dilovaniya xwe şad bike, cihê wî bike bihişt û sebr û aramiyê bide hemû aliyan."