PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ji ber wefata yek ji mezintirîn merciyên olî û zanistî yê Iraq û cîhana Îslamê Ayetullahê Şêx Mihemed Îshaq el-Feyad, peyamên sersaxiyê belav kirin.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser paşxaneya olî û zanistî ya el-Feyad û destnîşan kir ku wî temenê xwe bi temamî fedayî xizmetkirina zanist, perwerde û civakê kiribû, loma koçkirina wî ji bo herêmê windahiyeke pir mezin e.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe de got: "Bi boneya koça dawî ya cenabê Ayetullah Şêx Mihemed Îshaq Feyad, em sersaxiyê li meqama bilind a ayînî û hemû Iraqî û misilmanan dikin. Em ji Xwedayê Mezin daxwaz dikin ku bi rehma xwe şad bike û sebir û aramiyê bide.”