PeyamaKurd- Bi sedema hatina payîzê û destpêkirina sermayê, koçerên Kurdistanê hêdî hêdî ji zozanan xwe berdidin beriyê da terş û tareşên xwe ji serma û birsê biparêzin. Li ser despêka dagera koçeran ji zozanan, parêzgeha Bedlîs û Mûşê ji koçeran xwestin da di dema dagerê de, li pey xwe tiştekî ku PKK yî jê fêde bibînin nehêlin, welew nanê ziha be jî.
Parêzgeha Bedlîsê ragihand ku wezareta karên hundir ya Tirkiyê bi awayeka nivîskî weha ragihandiye: “Li zozanan tiştên ku pê jiyan dibe nehêle, bê zanîn destekê nede terorê.”
Dewlet bi vê rêya han naxwaze bo PKKê li zozanan tiştekî ku jê fêde bibînin bimîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin