PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Kurdistanê destpêşxeriyekî nû ji bo hilbijartina parlamentoyê eşkere kir.
Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Zana Mela Xalîd îro 27ê Adarê di civîneke rojnamevanî de got, destpêşxeriya wan ew e Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê wek heye bê çalakirin, ji bo hilbijartina bê ya parlemantoyê di 1/10/2022an de were kirin.
Zana Mela Xalîd diyar kir, di çarçoveya destpêşxeriya nû ya partiya wan de pêwîst e Seroka Parlamentoyê civîneke parlamentoyê heta dawiya vê mehê ji bo aktîfkirina komîsyonê pêk bîne.
Li ser amadekariyên ji bo hilbijartinê jî Zana Mela Xalid got: “Biryara Serokatiya Herêmê derketiye. Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê aliyên pêwendîdar raspardine ji bo pêwîstiyên lojistî û darayî yên hilbijartinê amade bikin.”
Zana Mela Xalîd da zanîn: “Wek Fraksiyona PDKê, me destpêşxerî kiriye ku komîsyon wek heye bê çalakirin û piştre PDK cihê xwe di komisyonê de bigire.”
Hêjayî gotinê ye, PDKê beriya niha daxwaz dikir ku komîsyon li gor encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ya sala 2018an were çalakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin