PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di operasyoneke hevbeş a hêzên Pêşmerge û leşkerên Fransî de, li devera di navbera Kifrî û Xurmatûyê de 3 terorîstên DAIŞê hatin kuştin,Pêşmergeyek û lekerekî Fransî jî birîndar bûn.
Rêvebirê Nahiya Zenane ya ser bi Kifrî ve Cemal Salih ji K24ê re ragihandiye ku operasyoneke hevbeş a Pêşmerge û tîmeke Fransî li dijî pêgehên DAIŞê di navbera Kifrî û Xurmatû de hatiye kirin û di encamê de 3 terorîstên DAIŞê hatine kuştin, Pêşmergeyek û leşkerekî Fransî jî birîndar bûne.
Cemal Salih got: “Termê her sê terorîstên DAIŞê li ber destê Pêşmerge ne û çend pêgeh û baregehên DAIŞê jî ji aliyê firokeyên Fransî ve hatin bombebarankirin û jinavbirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin