Ji Rojava peyama meha Remezanê û guhertina saetên kar

Ji Rojava peyama meha Remezanê û guhertina saetên kar

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi boneya meha Remezanê daxuyanî da.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî meha Remezanê li umeta Îslamê bi taybet misilmanên Sûriyê pîroz kir û hêvî kir ku bibe meha aştî, aramî û bidawîbûna terorê li Sûriyê.

Herwiha rêveberiyê di daxuyaniyeke din de jî saetên kar di nava saziyên Rojavayê Kurdistanê de diyar kir ku li gorî daxuyaniyê, di saziyên rêveberiyên xweser de wê saetên kar ji 08:00an heta 14:00an be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin