PeyamaKurd – Fermandarê Rûsî yê Navenda Lihevanînra Aliyan li Sûriyê, Oleg Juravlev, ragihand ku li herêma kêmkirina aloziyan a Idlibê ji bo tehliyekirina sivîlan xalên nû yên derbasbûnê hatine danîn.
Juravlev ji medyayê re ragihand, "Ji bo derketina penaberan ji nav herêma kêmkirina aloziyan a Idlibê li bajarokên Habit, Miznas, Bjarez û Maaret el Numan xalên nû yên derbasbûnê hatin danîn.”
Fermandarê Rûsî got ku komên çekdar binpêkirina agirbestê berdewam dikin û di 24 saetên dawî de, komên çekdar ji herêma Idlibê êrîş birine ser deverên niştîngehên Idlib, Heleb, Lazqiye û Hemayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin