Ji Saredariya Hewlêrê helmeteke çandina gulan

Ji Saredariya Hewlêrê helmeteke çandina gulan

PeyamaKurd - Şaredariya Hewlêrê helmeteke çandina gulan daye destpêkirin û serokê şaredariyê jî dibêje, “jiyan berdewam eû em dê şeqam û bexçeyan bi gulan bixemilînin.”

Serokê Şaredariya Hewlêrê Endazyar Ebdulwahîd Ehmed, ragihand, “Me îro bi hezaran gul li nav bajarê Hewlêrê çand in. Ev helmet jî dê berdewam bike û em dê 100 hezar gulan li navenda bajarê Hewlêrê biçînin. Em dixwazin bi vê rêyê, di vê rewşa nexwestî ya belavbûna vîrusa koronayê û diltengiyê de, ji hemwelatiyan re bêjin, ‘jiyan berdewam e’ û em dê şeqam û bexçeyan bi gulan bixemilînin.”

Serokê Şaredariya Hewlêrê got jî, “Ew gul xumalî ne û berhemên nemamgeha nimûneyî ya ser bi Rêveberiya Giştî ya Endazyariya Park û Bexçeyan e.”

Tevî qedexeya hatinûçûnê ya ji ber belavbûna vîrusa koronayê, şaredarî li ser kar û xebatên xwe berdewam in. Ebdulwehîd Ehmed dibêje, li gel vê helmeta çandina gulan, tîmên şaredariya Hewlêrê li ser paqijkirina kolanan, çakkirina çalan li şeqaman û rijandina li dijî vîrusê û herwiha li ser hemû çalakiyên din berdewam in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin