PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî derbarê êrîşên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê de ku Kurd li wan taxan dijîn ragihand, “Nabe hebûna pirsgirêkên siyasî bibe sedema paqijiya nijadî."
Serok Barzanî di peyama xwe de, bang li desthilatdarên Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir ku rêya diyalogê hilbijêrin û rê li ber xwînrijandinê bigirin.
Serok Mesûd Barzanî derbarê şer û aloziyên li taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê de, hişyarî da ku "li wê deverê gefa paqijiya nijadî li dijî Kurdan heye."
Serok Barzanî diyar kir, guherînên siyasî yên li Sûriyeyê derfeteke baş bû ji bo çareserkirina pirsgirêkan lê rewşa niha ya Helebê cihê dilgiraniyeke mezin e.
Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser metirsiya li ser xelkê sivîl û wiha got: "Ew rewşa metirsîdar û ew şer û tundiya ku niha li bajarê Helebê heye, cihê dilgiraniyekê zêde ye. Metirsî li ser jiyana xelkê sivîl û welatiyên bêguneh çêkiriye û gefa paqijiya nijadî li dijî Kurdan li wê deverê heye."
Serok Barzanî daxwaz ji desthilatdarên Sûriyeyê kir ku nakokiyên siyasî veneguherînin şerê neteweyî û wiha pê de çû: "Ez daxwazê ji desthilatdarên Sûriyeyê dikim ku nakokiya siyasî nekin nakokiya neteweyî. Di wan kêşe û aloziyên li herêma Helebê de hene, divê rê neyê dayîn welatiyên Kurd rastî zext û zordariyê bibin û ji cihê bav û kalên xwe werin derxistin û rûbirûyê paqijiya nijadî bibin."
Herwiha Serok Barzanî bang li aliyên Kurdî û HSDê jî kir û got: "Daxwazê ji aliyên Kurdan û bi taybetî HSDê dikim, ji bo rawestandina şer û pevçûnan û rêgirtina li xwînrijandina zêdetir tiştê ji destê wan tê bikin."
Serok Barzanî di dawiya peyamê de tekez kir ku divê her du alî rêya diyalogê hilbijêrin û ev hişyarî da: "Nabe hebûna nakokiya siyasî bibe sedema wê yekê ku jiyana xelkê sivîl bikeve bin metirsiyê û paqijiya nijadî li dijî gelê Kurd rû bide. Ev tawana dijî mirovahiyê ye û dê encamên metirsîdar jê derkevin."