Ji Serok Barzanî pîrozbahiya cejna Çarsema Sor

Ji Serok Barzanî pîrozbahiya cejna Çarsema Sor

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî cejna Çarşema Sor li Êzidiyên Kurdistan û Iraq û cîhanê pîroz kir.

Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û di peyama xwe de, cejna Çarşema Sor li Êzidiyên Kurdistan û Iraq û cîhanê pîroz kir. Herwiha diyar kir ku bi boneya hatina cejna serê sala ola Êzidî Çarşema Sor, ez gerimtirîn pîrozbahî pêşkeşî xuşk û birayên Êzdî yên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.

Barzanî wiha domand, hêvîdar im cejna îsal a xuşk û birayên Êzidî rûpeleke nû be bo derbasbûna hemû nexweşiyan û bidawîhatina êş û azaran û bikaribin di bin siya aramî û birayetiyê de cejn û boneyên xwe yên olî bikin.

Cejna Çarşema Sor li hemû xuşk û birayên Êzdî pîroz be û bimînin bi xêr û xweşî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin