PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser pêwendiyên Hewlêr -Bexdayê ragihand ku dê pêwendî di çarçoveya Destûra Bingehîn de berdewam bikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi nûnerên biyanî û dîplomatên ku li Herema Kurdistanê û Iraqe ne re civiya û bi mebesta pîrozbahiyên Noelê daxuyaniyekî belav kir.
Mesrûr Barzanî li sr mijarê wiha got:
"Beriya ku pirsgirêk bigihên asta ku biryarên mîsoger bidin sepandin, hêvîdarim em çareseriyan peyda bikin. Em pabendî bi Destûra Bingehîn dikin ku mafên Kurdan û pêwendiyên Herema Kurdistanê û Hikûmeta Federal diyar kiriye."
Serokwezîr balê kişand ku divê bi rêyên diyalog û aşt,yane li çareseriyan bên lêgerîn û metirsî û gumanên xwe ji rakêşiyên li Rojhilata Navîn ragihand ku eger heye di encamê de sivîl bibin qurbanî.
Serokwezîr Barzanî balê kişand li ser bandorên nerênî yên guhêrîna avhewayê (îklim) û da zanîn ku divê civaka navneteweyî bihevkarî bê kodînekirin.
Di civînê de, Mesrûr Barzanî cejna Noelê li beşdarên biyanî pîroz kir û hêviya xwe ya saleke serkeftî ji bo beşdaran diyar kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin