PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 16ê Adarê di salvegera kîmyabaran û komkujiya Helebçeyê de peyamek belav kir û got, “Îro em wan tawanan bibîr tînin ên ku rejîma tawanbar a Sedam Hisên li dijî kur û keçên gelê me kirine.”
Sûdanî got: “Gorên bikom, serhildana Şabaniyeyê, komkujiya Helebceyê, pêlên Enfalê û terorkirina zanayan û hêzên olî û neteweyî rûpelên xwînî yên dîroka Iraqê ne.”
Herwiha Sûdanî diyar kir, “Tevî wan hemû qurbaniyan, Iraqî piştî hilweşîna dîktatoriyê jî li ser qurbanîdanê berdewam bûn, dema rûbirûyî kiryarên terorîstî û tawanên sîstematîk ên bermahiyên dîktatoriyê û çeteyên DAIŞê bûn.” Sûdanî ragihand: “Çeteyên DAIŞê berdewamiya tawanên rejîma berê bûn.”