PeyamaKurd - Di salvegera 12ê ya wê komkujiyên de ya ku ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve li dijî pêkhateya Êzîdî û pêkhateyên din ên Iraqê hatibû kirin, Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî îro peyamek belav kir. Zeydî di peyama xwe de ragihand ku ew tawan yek ji hovtirîn tawanên dîrokê bû ku wijdana mirovahiyê hejand.
Serokwezîrê Iraqê tekez jî kir ku wefadariya ji bo qurbaniyan tenê bi bicihanîna dadperweriyê, eşkerekirina çarenivîsa revandiyan, hewldana bi rizgarbûyiyan û avadankirina qezaya Şingalê dibe, daku gel bikarin bi heza xwe û bi rûmet vegerin ser mal û halên xwe.
Di berdewamiya peyama xwe de, Zeydî got ku ev bîranîna tije êş, ligel birêveçûna merasîmên Çiliya Îmam Husên hevdem e, ku ew jî bihayên dijîtîkirina zilmê û serkeftina heqiyê û aştiyê nîşan dide.
Serokwezîrê Iraqê herwisa pesnê qurbanîdana hêzên ewlehiyê û piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî di şikandina DAIŞê de kir.
Zeydî ragihand ku dewlet wekî parêzerê mafên hemî welatiyan dimîne û dê li ser parastina serweriya Iraqê, hiştina çek di destê dewletê de, hişkkirina çavkaniyên gendeliyê û çespandina ewlehî û tenahiyê berdewam be, daku li paşerojê rê li ber dubarebûna tawanên bi vî rengî bê girtin.