Ji Washingtonê pîrozbahî bo Mesrûr Barzanî û kabîneya nû

Ji Washingtonê pîrozbahî bo Mesrûr Barzanî û kabîneya nû

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê pîrozbahî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokwezîrê nû Mesrûr Barzanî û kabîneya wî kir.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus got, serokwezîr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevbeşên nêzîk ên Amerîkayê ne û emê kar bikin bo başkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê. 

Morgan Ortagus pîrozbahî li Serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û diyar kir, Amerîka dixwaze li ser çend mijarên girîng ên weke aramiya navçeyê, çaksaziya aborî û başkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, ligel serokwezîr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin