PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser qedexeya bo koronavîrusê ragihand, welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku li parêzgehên din yên Iraqê ne, nikarin heta bidawîbûna qedexeya derketina derve vegerin Kurdistanê.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi sedema zêdebûna belavbûna vîrusa koronayê hefteyek qedexe ragihandibû ku ji îşev 1ê Hezîranê heta nîvê şeva 6 Hezîranê berdewam dike.
Li gorî fermana wezaretê, ji şeva borî ve jî hatinçûn di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatiye qedexekirin.
Wezareta Naxwe agahdariyeke nû belav kir û ragihand, welatiyên sivîl, karmendên sivîl û serbazî yên Kurdistanî, ku li parêzgehên din yên kar dikin û dixwazin vegerin Kurdistanê, lazim e li cihê xwe bimînin û qesta Kurdistanê nekin û şîretên tenduristiyê jî bicih bînin, çimkî li Kurdistanê qedexeya derketina derve û hatinçûna navbera bajaran tê ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin