Ji Wezareta Navxwe ya Kurdistanê daxuyaniya êrîşan

Ji Wezareta Navxwe ya Kurdistanê daxuyaniya êrîşan

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, terorîst û xirabkar, ku çavên wan bi aramî û pêşkeftina welatê me ranabin, li ser peydakirina têkdanê berdewam in. Wezaretê got ku, şeva pêncşemê çend êrîşên bi dronan li ser çend cihên cuda li Herêma Kurdistanê hatine kirin lê hatine şikandin.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 10.04.2026, li ser êrîşên ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, "Her çend helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve piştgirîkirina aştî û tenahiyê bûye û nebûye û nabe parek ji şer û alozîyan û tevî ragihandina agirbestê li deverê, şevêdî Pêncşem, 9ê Nîsana 2026ê, di çend demên cuda de çend êrîşên bi dronan li ser çend cihên cuda yên Herêma Kurdistanê hatine kirin û di encamê de hatine pûçkirin û ketine.”

Wezareta Navxwe eşkere jî kiriye, "Herêma Kurdistanê û welatî li benda normalbûna rewşê bûn, lê mixabin terorîst û xirabkarên ku çavên wan bi aramî û pêşkeftina welatê me ranabin, li ser peydakirina têkdanê berdewam in.”

Wezareta navbirî herwesa tekez li ser piştgiriya aştî û tenahiyê jî kir û daxwaz ji hemî aliyan kir ku, wan êrîşan rawestînin û êdî aramî û tenahiya Kurdistanê û berjewendiyên welatiyan nekin armanc.