PeyamaKurd – Gundên Eyn Îsa, Girê Spî û nahiya Zerkanê li bakurê Hesekê, ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê ve hatin topbarankirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, artêşa Tirkiyê û komên çekdar bi zêdetir ji 60 topan Eyn Îsa û gundên wê topbaran kirin û di encamê de ziyanên madî gihîşt welatiyê deverê.
Herwiha Rewangehê da zanîn, topxaneya Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve gundên rojhilat û rojavayê Girê Spî jî dan ber topan, bêyî ku ziyanên vê topbaranê bên zanîn.
Hat ragihandin ku gundên Bobî, Esadiye û Dada Ebdal ên ser bi nahiya Zerkanê li bakurê Hesekê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên wê ve rastî bombebaranên giran hatin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin