Jineke din a Kurda Êzîdî xwe ji destê DAISê rizgar kir

Jineke din a Kurda Êzîdî xwe ji destê DAISê rizgar kir

PeyamaKurd – Jineke din a Kurda Êzîdî ku li Rojavayê Kurdistanê di Kampa Holê de bû, piştî 6 salên din, xwe ji destê DAIŞê rizgar kir.

Mala Êzdiyan a li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, piştrast kir ku keçeke din a Kurda Êzd ji Kampa Holê reviya ye û xwe radestî asayîşa Jinê li Heseke kiriye.

Li gor Mala Êzdiyan, Necla Seîd Îsmaîl xwe ji destê DAIŞê rizgar kiriye û beriya du rojan xwe radestî Asayîşa Jinê ya bajarê Hesekê kiriye.

Biryar e Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê, Necla Seîd Îsmaîl bighînin malbata wê ya li Şingalê.

Necla Seîd Îsmaîl xelka Til Qesebê ye û di sala 1997an de ji dayîk bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin