PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Roja Alaya Kurdistanê ragihand, Alaya Kurdistanê sembola yekgirtîbûn, azadîxwazî û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta roja Ala Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû hemwelatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim. Ala Kurdistanê hêmaya yekgirtin, azadîxwazî, qurbanîdan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye.
Li vê roja pîroz da tekez li ser peyama aştî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikîn û hezaran silav li giyanê pakê wan şehîdan ku bi navê ala pîroza Kurdistanê canê xwe gorî kirin.
Bijî Kurd bijî Kurdistan.
Mesûd Barzanî
17.12.2019
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin