Rûhanî ji rêveberiya bê ya Joe Biden re çav kirpand: Derî vekiriye!..

Rûhanî ji rêveberiya bê ya Joe Biden re çav kirpand: Derî vekiriye!..

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser rêveberiya bê ya serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden nirxandin kirin û got, “Heger Amerîka ji siyaseta xwe ya heyî vegere wê rewş cûda be.”

Rûhanî di civîna encûmena wezîran de li Tehranê axivî û got, wan amadekariyên xwe li gorî serketina hikûmeta heyî ya Amerîkayê kirine, lê heger Amerîka xwe nêzîkî siyaseta wan bike, wê mercên nû derkevin holê.

Hesen Rûhanî ji heyama nû ya Joe Biden re çav kirpand û diyar kir, “Emê li gorî prensîbên xwe tevbigerin, lê ger gavek rast bixwazin bavêjin rê vekiriye.”

Serokomarê Îranê herwiha gotiye, her çiqas Amerîkayê dijminatiya wan daye destpêkirin jî wan qet pêwendiyên bi Amerîkayê re qut nekirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin