PeyamaKurd – Kalevanê Amedsporê ku bi xwe lawê polîsekî ye, giliyê polîsan kir.
Kalevanê Amedsporê Cantûg Temel diyar kir, li Bûrsayê ji aliyê ekîb û temaşevanan ve hatiye lêdan û giliyê wan kir. Hat diyarkirin, bavê Temel jî polîs bû.
Di bûyera ku di maça Amedspor-Bûrsasporê ya ku li Stadyûma Belediye ya Bûrsayê hat lîstin de hin lîstikvanên Amedsporê hatin derbkirin. 7 lîstikvan êrîşkar gilî kirin. Yek ji kesên ku gilî kir jî golparêzê Samsûnê yê Amedsporê Cantûg Temel bû. Hate hînbûn ku bavê Temel jî polîs bû.
Golparêz Cantûg Temel ê 29 salî eşkere kir, piştî maçê di korîdorê de rastî derbên polîsan hatin û lêvên wî perçe bûn. Temel got, wî kesê weke esmer û bejna wî dirêj pênase dike jî bi kulm û çepik li serê wî xistiye û got, hem ji polîsên çewîk û hem jî kesê ku pênase kiriye gilî kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin