PeyamaKurd- Li welatê Çekyayê li bajarê Bohuminê di apartmanekî 13 tebeqe de agir bi malê ket û di encamê de 11 kes can dan. Di nava miriyan de 3 zarok hene. Rêvebirên bajêr dibêjin ku şewat di qata 11 an de derketiye. Tîmên îtfaiyê ragihandine ku 6 kes di daîrê de mirine lê 5 kesên din, bo xwe rizgar bikin xwe ji apartmanê avêtine derve.
Sebeba şewatê hêj diyar nebûye lê kesên cîran behsa niqaşa nav malbatê dikin û dibe bûbe sedema şewatê.
Li gor gotinên şahidekî bûyerê mesele weha ye:
"Temamê ferdên malê li malê bûn û di nava wan de niqaş derket. Yek ji wan benzînê li der û dorê reşand û agir berdayê. Li perwazên pencerê mirovên ku dişewitîn min wan dît. Nema min karibû li wan binêrim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin