PeyamaKurd – Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Narîn Guran de, tê payîn ku îro 22 gumanbarên ku di nav wan de, bav û bira jî hene sewqî edliyeyê bên kirin.
Derbarê mamê Narîn Guran ê girtî Salim Guran de agahiyên nû derketin holê.
Di qeydên HTŞê de hat tespîtkirin ku Guran roja ku Narîn wenda bûye di nava saetek û 12 deqeyan de 5 caran telefonî kesekî ku li Antalyayê dijî kiriye.
Dîsa mamê li Enqereyê telefonî xizmekî xwe kir û got ku xizm wê demê dikira têketa Tunela Çiyayê Boluyê û ji ber ku ew ê têkeve tunelê wê axaftin qut bibe, lê Salim Guran bi gotina "Axaftineke girîng e" û ji ber vê yekê kesê navborî li şûna tunelê çûye cihekî din û ketiye rê.
Hat diyarkirin ku polîsan derbarê van qeydên bangê da ji Guran pirsiye.
Li aliyê din hat diyarkirin ku şahidê duyemîn jî îdiaya ku mamê desteserkirî roja bûyerê li qadan bûye derewand.
Apê Salim Guran di îfadeya xwe ya li cendirmeyê de îdia kir ku roja Narînê di saet 18.50an de li qadê bûye. Lê belê şahid Mehmet Şevket Kaya, anî ziman ku saet di navbera 18.30-19.00an de li nêzî mala zarokê mamê wê dîtiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin