PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serî li YSKê dabû û xwestibû ku dengên li Mûşê ji nû ve bên jimartin lê ev serîlêdan ji aliyê YSKê ve hat redkirin.
Derbarê redkirina serîlêdana HDPê, nazmedê HDPê yê Şaredariya Mûşê Sirri Sakik got, “dema ku kêr giha hestî, tiştekî ku mirov bike namîne ji bilî wê yekê ku di wijdanê gel de bên sizadan. Ev gel dê we efû neke.”
Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) serîlêdana HDPê red kir û biryar da ku dengên Mûşê car din neyên jimartin.
YSK Alel acele, değerlendirmeden kararı reddetti. Artık tuz da kokmuşsa yapılacak tek şey vicdanlarda mahkum etmektir. Bu halk sizi affetmeyecek.https://t.co/Yo95THyDg8
— sırrısakık (@sakiksirri) 7 Nisan 2019
Sirri Sakik li ser hesabê xwe yê tora medyayî ya Twitterê daxuyaniyek da û bertek nîşanî biryara YSKê da. Sakik got, “YKSê bêyî ku mijarê binirxîne, tavilê biryar da û serlêdana me red kir. Dema ku kêr giha hestî, tiştekî ku mirov bike namîne ji bilî wê yekê k udi wijdanê gel de bên sizadan. Ev gel dê we efû neke.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku YSKê serîldana AKPê li Stenbolê û çendîn deverên qebûl kiribû û dengên hatine betalkirin ji nû ve hatibûn jimartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin