Keseyekî Kurd Wezîrê Derve yê Vatîkanê ye

Keseyekî Kurd Wezîrê Derve yê Vatîkanê ye

PeyamaKurd - Li gor lêkolîneke nivîskar Mücahit Özden Hun ku bo dema çend salan li ser xebitiye, Wezîrê Derve yê Vatîkanê, Kardînal Pietro Parolin kurê bavekî Kurd û dayikeka Îtalî ye.

Li gorî nûçeya Rûdaw ê, ev gotar û lêkolîna nivîskar Mücahit Özden Hun, ku li malpera igdirabakis.com hatiye belavkirin, Wezîrê Derve yê Vatîkanê yê niha kurê bavekî Kurd ê xelkê Îdira Bakurê Kurdistanê û dayikeka Îtalî ye.

Teyro yê bavê Kardînal Pietro Parolin ku di sala 1918an de ji dayik bûye û piştî ku bûye Krîstiyan navê xwe bo Renzo guheriye, her bi wî navî û paşnavê hevjîna xwe pasporta Vatîkanê wergirtiye û çûya Îtalyayê û her li wê derê koça dawî kiriye.

Nivîskar Mücahit Özden Hun dibêje, wî di sala 2015an de li Vatîkanê Kardînal Pietro dîtiye û wî jê re gotiye bavê min hertim ji min re digot, ez xelkê Araratê (Agirî) me.

Kardînal Pietro Parolin serdana Herêma Kurdistanê kiriye û li Vatîkanê jî pêşwazî li berpirsên Herêma Kurdistanê kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin