PeyamaKurd – Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat Karayilan beriya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê ji bo Riha û Şirnexê banga "Dengê xwe bidin yên di nav we de" kir.
Murat Karayilan beriya hilbijartinê axivî û got, “Her çendî ev hilbijartina herêmî be jî, wê di diyarkirina siyasetê de xwedî roleke girîng be. Ez naxwazim bi giştî behsa hilbijartinan bikim.”
Karayilan diyar kir ku ew dixwazin bi taybetî li ser hilbijartinên Riha û Şirnexê biaxivin û got, “Riha herêmeke girîng e. Gelek kes diyar dikin ku ev bajar cihekî dîrokî ye, bajarê pêxemberan e.”
Karayilan bi bîr xist ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî ji Rihayê ye û wiha got:
“Niha Riha weke bajarekî ku li aliyê kê desthilatdar e tê naskirin. Ji dûr ve wisa xuya dike. Çima? Ji ber ku hin malbat hene ku bala xwe didin ser berjewendiyên xwe. Ew li berjewendîyên xwe digerin, ne ku kî adil e, kî rast an xelet e."
“Divê ew xeletiyan nekin.”
Karayilan diyar kir ku gel "li dora ferdên malbatê kom bûne" û piraniya wan dengên xwe dane partiya desthilatdar AK Partiyê û wiha dewam kir: "AKP bi zîhniyeta nijadperest a MHPê îro xwe radestî MHPê kiriye û îro bûye qatilê Kurdan. "
“Divê gelê Rihayê vê rastiyê bibîne, dengê xwe nede qatil û dizan, dengê xwe bide xwe û yên aîdê wan. Banga me ji her kesî re ev e. Beriya vê yekê Şirnex dizîn, bi derew û xapandinê dest danîn ser. Li cihên din qeyûm tayîn kirin."
Karayilan derbarê kesên mijara gotinê de jî hişyarî da û got, “Divê xeletiyan nekin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin