Karsazên Kurd û yên Tirkiyê di zîrweyê de hev dîtin

Karsazên Kurd û yên Tirkiyê di zîrweyê de hev dîtin

PeyamaKurd- Federasyona Karsaz û Sanayîsazan ya Kurdistanê û Rêxistina Tirkiye-Iraq ya Karsazan û Sanayîsazan 3 yem zîrwe ya xwe li bajarê Mersînê dikin. Di heyeta Kurdistanê de wezîr Aydin Marûf, cîgirê wezîrê Îmar û Îskanê Agirî Abdullah, cîgirê parêzerê Hewlêrê Hêmin Qadir û 146 karsaz di heyete de hene. Parêzgerê Mersînê Ali İhsan Su ragihand ku ew bo mêvana xwediyê malê ne û weha got:

“Seredanên weha gelek girîngin. Bo pêşdebirina têkiliyan gelek baş e. Di vê zîrwe ya bazirganî û avakirina sermaye de, ji her dû aliyan gelek karsaz hene. Ez difikirim ku ev zîrwe wê derfetên bazirganî û aboriyê yên navbera her du dewletan gelek zêde bikin”

Parêzger Su ragihand ku sala borî hecma bazirganiya navbera Iraq û Kurdistanê li dora 10 mîlyar dolarî bû û hêviya zêdekirina wê kir.

Suponsoriya zîrweyê tora medyayî ya Kurdistanê Rûdaw dike.Piştî bajarê Mersînê wê karsaz herin bajarê Adanayê. Zîrwe ya 1 û 2 yê li Hewlêrê hatibûn kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin