PeyamaKurd – Karwaneke din a koçberan, bi rêya hêsankariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê, ji Belarûsê gihîşt Herêma Kurdistanê.
Li gor zanyariyan; di balafira ku gihîşt Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de, 176 koçber hebûn û bi rêya hêsankariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê geşta xwe pêk anîn.
Koçberek ku xelkê Ranya ye, tevî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir; tiştê ku li ser wekhevî û mafên mirovan têne gotin, hemû derew in û gelek êşkence li koçberan dikin.
Herwiha ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku alîkariya vegera wan koçberan bike û destnîşan kir: “Nahêlin koçber ji sînorê navbera Belarûs û Polandayê vegerin Mînska paytexta Belarûsê.”
Koçberê ku vegeriya eşkere kir; hewaya wê derê gelek sar e û polîsê Belarûsê êşkence li koçberan dikin.
Herwiha koçberekî din jî da zanîn: “Ez hêvî dikim kes nekeve destê derewên qaçaxçiyan û bawer nekin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin