PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi Lîjneya Lêkolînê ya Binpêkirinên Emnî û Asayîşa Iraqê re civînek li dar xist. Kazimî di civînê de bêyî ku Îran û Tirkiyê bi nav bike got, ew hêzên ku sînorên Iraqê bezandine, heger rewşa Iraqê baş bûya nedikarîn vê bikin.
Piştî civîna doh ya Lîjneya Lêkolînê ya Binpêkirinên Emnî û Asayîşa Iraqê ku ji Parlementerên Iraqê pêk tê, Mistefa Kazimî ragihand ku ew lîjne nûnertiya yekîtiya nîştmanî ya Iraqê dike.
Nivîsgeha serokwezîrtiya Iraqê da xuyakirin, Mistefa Kazimî di civînê de gotiye, ew hêzên sînorên Iraqê bezandine ji ber rewşa nelibar a Iraqê ew kar kirine û heger Iraq di rewşeke baş de bûya ti kesî nedikarî ew kar bikira.
Kazimî herwiha li ser daxuyaniyên hin tevgerên li Iraqê destnîşan kiriye ku ji bilî dewletê ti kes nikare biryara şer û aştiyê li welat bide.
Hêjayî gotinê ye, Iraq rûbirûyî qeyraneke mezin a darayî ye, nirxê neftê daketiye û bi dehan komên çekdar ên taîfî û mezhebi li seranserî Iraqê peyda bûne û rojane çalakiyên terorîstî li Iraqê encam didin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin