PeyamaKurd – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, di civîna koma parlemenê ya partiya xwe li ser rojevê gotarek pêşkeş kir.
Sancar di beşeke axaftina xwe de bal kişand ser wan nûçeyên ku parêzgar û qeyûmê Diyarbekirê dixwaze daristanê bi navê Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî ava bike û bertek nîşan da.
Sancar got: “Herî dawî dibêjin, ew ê daristaneke bîranînê ava bikin û navê wê jî wê Devlet Bahçelî be. Ev mînakeke êrîşmkariyê ya dijî nasnameya gelê Diyarbekirê û rûmeta wan e. Devlet Bahçelî çi daye xelkê Diyarbekirê?”
Mithat Sancar lêpirsîna li ser şaredariya bajarê mezin a Stenbolê jî bibîr xist û got, bingeha tayînkirina qeyûm çêdikin û diyar kir, heger dema danîna qeyûman li ser şaredariyên wan bertek û îradeyeke hevpar pêk bihata deshilatdariyê nedikarî niha operasyonên ku bingeha qeyûmên nû çêke pêk bîne.
Sancar herwiha diyar kir, “Em ê wan qeyûman bi çandina şitlan li daristanan bişînin. Em ê hemû kiryarên qeyûman li muzaxaneyeke şermê pêşan bidin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin