YPG: Em bi temamî wan îdiayên derewîn red dikin

YPG: Em bi temamî wan îdiayên derewîn red dikin

PeyamaKurd – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser teqîna Stenbolê daxuyaniyek belav kir û diyar kir: “Em bi temamî wan îdiayên derewîn red dikin, tu têkiliyên me bi berpirsa êrîşa terorîst ya bi navê Ehlam El-Beşîr re tune ye.”

Li kolana Îstiklal a bajarê Stenbolê do roja 13ê Mijdarê teqînek çêbû. Di encama teqînê de 6 kes hatin kuştin û 81 kes jî birîndar bûne.

YPGê li ser êrişa li kolana Îstiklalê ya Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got: “Do teqîneke terorîst li Kolana Îstiklalê ya Stenbolê çêbû, di encamê de sivîl bûn qurbanî. Piştî bûyerê hikûmeta AKPê û MHPê îdia kirin ku hêzên me ev teqîn pêk aniye û dest bi hûnandina senaryoyeke xeyalî û dûrî rastiyê kir. Em bi temamî wan îdiayên derewîn red dikin, tu têkiliyên me bi berpirsa êrîşa terorîst ya bi navê Ehlam El-Beşîr re tune ye.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Hemû cîhan dizane ku rêbaza hêzên me têkoşîn û parastina mafên gel û şerê li dijî terorê ye û her operasyonên ku sivîlan dikin hedef şermezar dikin. Hêzên me di çarçoveya demokrasî, mafên jinan û mirovan, têkoşîna li dijî teror û dîktatoriyê de dixebitin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin