Serokwezîrê Kurdistanê bi namzedê Serokwezîrê Iraqê re civiya

Serokwezîrê Kurdistanê bi namzedê Serokwezîrê Iraqê re civiya

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û namzedê serokwezîriya Iraqê Adil Ebdulmehdî civiyan û rewşa Iraqê gotûbêj kirin.

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel siyasetmedarê Iraqî û namzedê serokwezîriya Iraqê Adil Ebdulmehdî civiya.

Nêçîrvan Barzanî û Adil Ebdulmehdî guftûgoya rewşa siyasî ya Iraqê û hewldanên dawiyê yên helbijartina serokkomar û serokê nû yê hikûmetê kirine.

Herwaha di civînê de her du aliyan behsa giringiya proseya siyasî ku bi awayekî silametî rêveçûna wê kirine, ku li gor daxwaza hemû pêkhateyên Iraqê be.

Herdû aliyan rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên girêdayî rewşa Iraqê gotûbêj kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin