Amerîka tekeziyê li ser diyaloga Kurdî-Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê dike

Amerîka tekeziyê li ser diyaloga Kurdî-Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê dike

PeyamaKurd – Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîka ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Joey Hood diyar kir, welatî wî tekeziyê li ser diyaloga Kurdî-Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê dike.

Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dabû zanîn, “li ser daxwaza aliyê Amerîkî”, serokatiya ENKSê roja 7ê Îlonê ligel Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Joey Hood û hin berpirsên dosyeya Sûriyê civiyaye.

Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyê li ser twitterê ev civîn piştrast kir û destnîşan kir, ji bo diyaloga Kurdî-Kurdî axaftin bi ENKS û Partiya Yekîtiyên Niştimanî ya Kurd (PYNK) kiriye.

Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê eşkere dike: “Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîka ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Joey Hood, ligel serkirdayetiya ENKS û PYNKê axivî, da ku tekeziyê li ser piştgiriya Amerîka ji bo diyaloga Kurdî-Kurdî bike.”

Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê herwiha destnîşan dike: “Joey Hood, daxwaz li hemû aliyan kir, ku yekser di dirustkirina çareseriya hevbeş de beşdar bin, ji bo wan kêşeyên ku rûbirûyî xelkên Bakurê Rojhilatê Sûriyê dibin.”

Desteya Serokatiya ENKSê li gel Joey Hood û hin berpirsên dosyeya Sûriyê di Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de bi rêya online civiyabû.

Li gor daxuyaniya ENKSê, Hood di vê civînê de soz daye ku “kar bikin ji bo çareserkirina astengiyên li pêş danûstandinên aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê û binpêkirinên ku li dijî Encûmenê tên kirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin