Tirkiyê biryara qedexekirina çalakîyan li Colemêrgê da

Tirkiyê biryara qedexekirina çalakîyan li Colemêrgê da

PeymaKurd - Dewleta Tirkiyê, li Bakurê Kurdistanê li bajarê Colemêrgê, biryara qedexekirina hemû cûre çalakî û xwepêşandanan da.

Parêzgariya Colemêrgê daxuyaniyek belav kir û ragihand, biryar hatiye dayîn encamdana her cûre çalakî li sînorê parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bên qedexekirin.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Colemêrgê, pêkanîna her cûre çalakî, xwepêşandan, meş û kombûn bo dema 15 rojan qedexe ye ku biryara qedexê jî sibê, 05.07.2020an ve dikeve warê cîbicîkirinê.

Herwiha li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, ev biryar bi mebesta “rêlibergirtina aloziyan û parastina aramiya civakî û maf û azadiyan” hatiye dayîn.

Ev biryara parêzgariya Colemêrgê di demekê de ye ku li piraniya parêgehên Bakurê Kurdistanê heyameke dirêj e bi berdewamî encamdana çalakî û xwepêşandanan tên qedexekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin