Hilbijartina Amerikayê: Senato bo Komarxwazan Meclisa Nûneran bo Demokratan!

Hilbijartina Amerikayê: Senato bo Komarxwazan Meclisa Nûneran bo Demokratan!

PeyamaKurd - Li gor encamên pêşî yên hejmartina dengên hilbijartina navîndewreyî ya Amerîkayê nîşan dide ku Dêmokrat li Kongreyê û Komarxwaz li Senatoyê li pêş in.


Li Meclisa Senatoyê, encamên pêşî rikeberiya li ser 7 kursiyan didome; Niha Demokratan bi giştî 42 kursî û Komarxwaza 51 kursiyên xwe hene.Herwiha bo Meclîsa Nûneran heta niha Demokratan 204 û Komarxwazan 187 kursî bidestanîne.

Hilbijartina navîndewreyî ya Kongreya Amerîkayê roja Sêşemê ji parêzgehên rojhilatî yên Amerîkayê dest pê bû. Parêzgehên Kontakî û Îndiyanayê yekem parêzgeh bûn ku sindoqêîn dengan li wan hatin vekirin.

Biryar e li vê hilbijartinê çarenivîsa tevahiya 435 kursiyên meclisa nûneran û 35 kursî ji 100 kursiyên Meclisa Senatoya Amerîkayê were diyarkirin.

Encamên rapirsînan heta beriya destpêbûna hilbijartinê nîşan dida ku Demokratan cîgeheka baş ji bo serdestiya li Meclis nûneran hene û Komarxwaz dê hema wisa desthilata meclisa Senatoyê bigirin destê xwe.

Partiya Komarxwaz an Demokrat ji bo bidestxistina piraniyê li Meclisa Nûneran a Amerîkayê divê ku herîkêm 218 kursî ji tevahiya 435 kursiyên vê meclisê bi dest bixin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin