Parlamentoya Kurdistanê di Cotmehê de çalak dibe: Proseya hilbijartina serok û kabîneyê dest pê dike

Parlamentoya Kurdistanê di Cotmehê de çalak dibe: Proseya hilbijartina serok û kabîneyê dest pê dike

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Parlamentoya Kurdistanê di meha Cotmehê de dê ji nû ve bê çalakkirin û ji bo vê mebestê amadekariyên teknîkî û yasayî di asta herî bilind de dest pê kirine.

Li gorî agahiyan, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser aktîfkirina parlamentoyê li hev kirine û di yekemîn rûniştina fermî de dê Desteya Serokatiyê bê hilbijartin, ku posta Serokê Parlamentoyê dê ji bo YNKê be.

Rêveberê Ragihandinê yê Parlamentoyê Saman Ehmed Bekir diyar kir ku ew wekî saziya parlamentoyê amade ne ku di kêmtirî 24 saetan de hemû rêkarên pêwîst temam bikin.

Wê Serok bê hilbijartin û hikûmet ava bibe

Piştî hilbijartina Desteya Serokatiyê bi rêya sê sindoqên cuda, derî li ber hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê vedibe ku divê di nava 30 rojan de baweriya parlamentoyê werbigire û piştre jî kabîneya nû ya hikûmetê dê bê avakirin.

Xula Şeşem a Parlamentoya Kurdistanê ku di 20ê Cotmeha 2024an de bi beşdariyeke bilind a nêzîkî %72 hatibû lidarxistin, bi encamên fermî yên 30yê Cotmeha 2024an pêk hatibû. Di encamê de PDKê 39 kursî, YNKê 23 kursî û aliyên din jî bi giştî 39 kursiyên mayî bi dest xistibûn.