Li gor zanyariyên ji Afrînpostê, çekdaran bi ser gundê Kêla yê navçeya Bilbilê girtin û du sivîlên ku bi tawanên ne rast ên bi navê Ehmed Reşîd Hisên ê 50 salî û Şêxmûs Hebeş ê 38 salî revandin.
Herwiha 24ê vê mehê jî, li navenda navçeya Raco, çekdaran welatiyê Kurd ê bi navê Îmad Ereb ê ji gundê Karêh yê Bilbilê revandin û çekdaran telefona Îmad desteser kirin û ber bi cihekî ne diyar ve birin. Heya niha çaranûsa wî nediyar e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin