PeyamaKurd - Hat ragihandin ku polîsê nehiya Şeranê ya ser bi artêşa Tirkiyê ve 2 welatiyên Kurd ji gundê Bîlan revandin.
Rêxistina Mafê Mirovan a li Efrînê bi daxuyaniyekê li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand, polîsên nehiya Şeran ên ser bi artêşa Tirkiyê ve avêtin ser gundê Bîle yê ser nehiya Bilbilê û gundiyên Kurd ên bi navê, Rûstem Mihemed Mistefa û Dara Omer Hesen revandin.
Rêxistinê diyar kir ku polîsan ew herdu welatiyên kurd ber bi navenda xwe ya li nehiya Şeranê ve birin we der wekî navendeke îşkenceyê li girtiyan dike û û bi darê zorê îfadeyan distîne tê naskirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin