Serokwezîr daxwaz kir bi bikaranîna mask û lepikan hevdu ji Koronayê biparêzin

Serokwezîr daxwaz kir bi bikaranîna mask û lepikan hevdu ji Koronayê biparêzin

PeyamaKurd – Bi peyamekê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji welatiyan daxwaz kir bi bikaranîna mask û lepikan, hevdu ji koronayê biparêzin. <

>

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got: “Çend rojên li pey hev, pêketina bi Koronayê bilez zêde bûye, her yek ji me, erkê li ser milê me ew e ku em hevdû biparêzin, da ku em li hember koronayê bi ser bikevin, maskan bi kar bînin û lepik li destê xwe bikin.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî, piştî pênc rojên dawî li Herêma Kurdistanê rojane zêdetirî hezar kes bi Koronayê dikevin hat.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê, ji destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê (Covid-19) heta niha 67 hezar û 184 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketin û ji wan 2 hezar û 263 can dan.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin