Keça Kurd weke yekem penaber bû endama Encûmena Saredariya Glasgow

Keça Kurd weke yekem penaber bû endama Encûmena Saredariya Glasgow

PeyamaKurd – Keça Kurd a bi navê Roza Salih, li Brîtanyayê di hilbijartinên şaredariyê de weke yekem penaber, bû endama Encûmena Şaredariya Glasgow.

Keça Kurd 20 sal beriya niha bi malbata xwe re penaberî Brîtanyayê bûye û pişt re bûye endama Partiya Serxwebûnxwaz a Skotlandê (SNP),

Roza Salih piştî serkeftina xwe axiviye û daye zanîn, wê tu car bawer nedikir ku bigihîje vê astê û weke keçek penaber bibe endama şaredariyeke yek ji bajarên bi nav û deng ên Skotlandê.

Herwiha keça Kurd eşkere kiriye: “Min bawer nedikir, çimkî beriya 20 salan min weke penaber berê xwe daye vir û niha dibim endama Encûmena Bajarê Glasgow, ez gelekî spasiya malbata xwe û xelkê vî bajarî dikim ku baweriya wan bi şiyanên min heye.”

Herî dawî destnîşan kir û gotiye: “Ez ê ji bo pêşxistina bajêr hemû xebatan bikim, weke endameke penaber, ez ê hewl bidim ji bo baştirkirina jiyan û debara penaberên li Skotlandê, çimkî dema weke penaber dest bi jiyaneke nû dikin, zehmet e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin