PeyamaKurd- Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd di derbarê operasyona Îdlîbê de bi nivîskî peyamekî belav kir. Nûrî Mehmûd îhtîmala kul i Îdlîbê şer çêbibe, wê tewrê YPGê çibe de weha ragihand:
“ Ew xeberên ku di derbarê me de tên gotin rast nînin. Em ê tevlî operasyona Îdlîbê nebin.”
Mehmûd ragihand ku bi sedema nêzbûna operasyona Îdlîbê di hinek rêxistinên medyayê de tê gotin ku wê YPG tevli operasyona Îdlîbê bibe û weha dewam kir:
“ Ti têkiliyeka van gotinan û rastiyê bi hev tine ye, bi temamî supekulasyone û dezenformasyone. Hêzên me yên YPG û YPJ di çarçoveya operasyonên li dijî DEAŞê de şer dikin. Em car din dibêjin paqijkirina bakûrê Sûriyê ji DEAŞê hedefa me ya ewiliye û niha em li ser wî esasî xebatên xwe dimeşînin. Li Îdlîbê ti yekîneyekî me tine ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin