PeyamaKurd – Li ser mijara avakirina hikumeta nû li Iraqê, nûnera taybet a sekereterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, Jeanine Plasschaert, serdana Serokwezîrê raspartî bo avakirina hikumeta nû Iraqê Ednan Zurfî kir.
Di hevdîtinê de, Zurfî got ku hikumeta nû, wê nûnertiya tevahîya Iraqiyan bike.
Buroya Zurfî ragihandiye, hikumeta nû wê têkeve xizmeta welat, ji lewra wê hilbijartinên adil di demeke herî nêz de pêk werin.
Jeanine di hevdîtinê de gotiye, ew piştgiriya avakirina hikûmeta nû dikin û wê alîkariyê jî bidin.
Nûnera taybet a sekeretêra giştî ya NY li Iraqê, teqez kir ku divê mercên guncaw werin peydakirin daku hikumeta nû erka xwe bi cih bîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin