Partiya Berhem Salih pert û belav e!

Partiya Berhem Salih pert û belav e!

PeyamaKurd - Berbijêrê Hevpeymaniya Demokasî û Dadperweriyê Xetab Umer ragihand ku ew dê beşdarî hilbijartinên xula pêncan a Parlementoya Kurdistanê bibe û dibêje: “Berhem Salih bêyî ku em agahdar bin, rêkeftin û civînan dike.”

Berbijêrê Hevpeymaniya Demokasî û Dadperweriyê li Zaxoyê Xetab Umer ji Rûdawê re ragihand: “Her çiqas partiya min hilbijartinan boykot dike jî, ez weke berbijêrê Hevpeymaniyê beşdarî hilbijartinên vê xula Parlementoya Kurdistanê dibim.”

Tevî ku partiya wî hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê boykot dike, Xetab Umer beşdarî hilbijartinan dibe û derbarê sedema vê yekê de jî diyar kir: “Mixabin berî niha Dr. Berhem digot biryara Hevpeymaniyê li Behdînanê tê dayîn, lê dibînim ku rêkeftin û civînan li gel YNKê dike bêyî wê yekê ku em agahdar bin.”

Ev di demekê de ye ku şeva borî (14-09-2018) berbijêrê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê Nîhad Herkî ragihand, ku ew dê beşdarî hilbijartinan bibe.

Lîsteya Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê li Komîsyona Hilbijartinan xwe tomar kiribû û navên berbijêrên xwe jî eşkere kiribûn, lê piştî demekê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê boykot dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin