Çapemeniya Brîtanî: Soygu, ji kar hat havêtin!

Çapemeniya Brîtanî: Soygu, ji kar hat havêtin!

PeyamaKurd- Li gorî îdiaya rojnameya Mail on Sunday a Brîtanî, sedema bêdengiya Wezîrê Parastinê yê Rusyayê Sergey Şoygu ku bi rojan daxuyanî neda û derneket pêşberî raya giştî, dûrxistina wî ya ji kar e.

Yek ji navên herî ê bêdeng ku di serhildana Wagner de Wezîrê Parastinê yê Rusyayê Sergey Şoygu bû, tê îdiakirin ku dibe ku ji kar hatibe havêtin.

Serokê Wagner Yevgeny Prigojin, piştî lihevkirina li ser înîsiyatîfa Belarusê ya ku şervanên ber bi paytexta Rusyayê Moskowê ve pêşve diçin, paşve çû.

Hatibû ragihandin ku Prigojin dê biçe Belarusê û dê dozên li ser wî bên betalkirin.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ê ku duh bişev der barê mijarê de daxuyanî da û bersiv da pirsên di derbarê Wezareta Parastinê ya Rusyayê de û got, "Ev mijar di destên Putin de ne." 

Rojnameya Mail on Sunday a Brîtanî ku îdiaya havêtina ji kar a Şoygu kir, da zanîn ku "Heger îdiayên dersînorkirinê rast bin, ew ê dilê Serokê Wagnerê Prigojin xweş bibe ku di hefteyên dawî de gelek rexne li Şoygu kiribûn û havêtina wî ya ji kar, yek ji armancên Prigojin bû.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin