PeyamaKurd - Li Rojhilatê Kurdistanê Cejna Qurbanê, bi serdana gorên şehîdên protestoyên Jîna Emînî, hilgirtina Ala Kurdistanê û cilûbergên Kurdî hate pîroz kirin.
Li bajarên Mihabad û Bokan ên Rojhilatê Kurdistanê, malbatên şehîdên şoreşa Jîna Emînî di Cejna Qurbanê de, bi bilindkirina alaya Kurdistanê serdana tirbên şehîdan kirin.
Îro di roja yekem a Cejna Qurbanê de, xelkê bajarê Mihabadê bi bilindkirina alaya Kurdistanê, kincên Kurdî û axabanî û hilgirtina wêneyên şehîdên şoreşa “Jîna”yê li ser tirba şehîdên şoreşa “Jîna”yê amade bûn.
Li bajarê Bokanê jî, xelkê azadîxwaz û malbatên şehîdên şoreşa Jînayê, serdana tirba şehîdên serhildana bi diruşma ‘Jin Jiyan Azadî’ kirin. Li Bokanê azadîxwazan tirba şehîdan bi gulên rengîn wek alaya Kurdistanê xemilandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin