WSJ: Amerîka planekî dike ku li Rojava, yekîneyeke nû ava bike!

WSJ: Amerîka planekî dike ku li Rojava, yekîneyeke nû ava bike!

PeyamaKurd- Rojnameya Amerîkayê ya bi navê Wall Street Journalê îdda kir ku Amerîka hewl dide ku li Rojavayê Kurdistanê yekîneyeke nû ava bike! Ev yekîne wê cihê hêzên Amerîkî yên li Bakurê Sûriyê bigire û piştî IŞÎDê wê ewlehî û aramiyê li herêmê pêk bîne.

Hat ragihandin ku Amerîka ji Siudî Erebîstan, Qeter û Mîrekên Ereb yên Yekbûyî hem ji aliyê leşkerî û hem jî ji aliyê aborî ve alîkariyê dixwaze. Ji bo vê yekê bi van her sê dewletan re pêwendî hatiye danîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku em ê leşkerên xwe ji Sûriyê vekişînin. Lêbelê gelek aliyên rêvebiriya Amerîkayê li dijî vê daxuyaniyê derketibûn û gotibûn ku heke Amerîka ji herêmê vekişe; careke dî IŞÎD wê li xwe vegere.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin